Bûyerpress
Firokeyên artêşa Tirkiyê ya dagîrker li devera Şêrawa her yek ji gundên: Başmera, Gundê Mezin û Basûfanê ku piraniya rûniştiyên wan êzidî ne, bi giranî topbaran kirin.
Li gorî ku hat ragihandin, li navçeya Şêrawa û ji bilî gundên navborî, her yek ji gundên: Birc Heyder, Bircka Silêman û Basûfanê bûn aramnca firokeyên Tirkiyê û hatin topbarankirin.
Li aliyekî din dagîrkeriya Tirkiyê “Bendava Meydankê” armanc girt û bi top û firokeyan topbaran kir, ji vê yekê ziyaneke mezin gihîşitiye bendavê.