Bûyerpress
Serokê Frasnayê Îmanwêl Makron Tirkî hişyar kir ku nabe êrîşa wê li dij Efrînê bikeve di rengê dagîrkeriyê de, û got ku eger tiştekî wiha bibe, dê ji bo Fransayê pirgirêkeke mezin be.
Di heman demê de Berdevkê Wezareta Berevaniya Amerîkî ragihand ku şer û tundiya li Efrînê, bandoreke neyînî li xebata Hevpeymana Navdewletî dike.
Ji beriya aniha Hikûmeta Elmanî bang li Tirkiyê kiribû ku hêzên xwe ji dorhêla Efrînê vekêşe, her wiha Elmanyayê hinartina çekan li gel Tirkiyê rawestand.