Bûyerpress Êvara duh Çarşemê li navçeya Bilbilê, şervanên Hêzên Sûryaya Demoqratîk li dij çekdarên Tirkiyê êrîşek pêk anî, di encamê de 15 çekdarên dagîrkeriya Tirkiyê hatin kuştin.
Ragihandina HSDê da zanîn ku li gundê Bûkê yê navçeya Bilbilê, şervanên HSDê li dij dagîrkeriya Tirkiyê bi operasyonekê rabûn û di encamê de 15 çekdarên Tirkiyê kuştin û çend çekdarên din jî birîndar kirin.
Di heman demê de li her du gundên Xelîl û Şengiliyê, di encama êrîşên şervanên HSDê de herî kêm 5 çekdar hatine kuştin û du erebeyên dagîrkeriya Tirkiyê hatin rûxandin.