Bûyerpress
Piştî ku rûniştina Kongreyê Sochi ya pêşîn bi dawî bû, biryar hat sitandin ku Komîteyeke Çakirina Destûrê ji hemî pêkhateyên Sûrî bê avakirin, da ku hin guhertinan di destûra Sûrî de bikin.
Ji aliyê xwe ve ne nûnerên TEV-DEMê û Rêveberiya Xweser, ne jî nûnerên Encumena Niştimaniya Kurd li Sûryayê, li Kongreyê Sochi amade nebûn.
Di Kongreyê Sochi de babetên Efrîn û dagîrkeriya Tirkiyê nehat gotobêjkirin û tenê tenê tekezî li ser avakirina Artêşeke Niştimanî hat kirin.