Bûyerpress
Perlemana Herêma Kurdistanê duh Sêşemê bi rêya daxuyaniyekê bang li Tirkiyê kir ku pabendî qanûnên navdewletî be û di cî de êrîşên li ser Efrînê rawestîne.
Di daxuyaniya xwe de, Perlemana Herêma Kurdistanê daxwaz kir ku Neteweyên Yekgirtî û civaka navdewletî destêwerdanê bikin, da ku êrîşên Tirkiyê li ser Efrînê bêne rawestandin.
D beşekî daxuyaniyê perlemanê diyar kirk u berxwedana Efrînê bilind dinirxînin û serkeftinê ji xelkê Efrînê re dixwazin.