Bûyerpress
Hevserokê Desteya Cîbicîkar ê Tevgera Civaka Demoqratîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl ragihand ku der barê hejmara kuştiyên Artêşa Tirkiyê li Efrînê, Tirkiyê ne rast diaxive û tişta ku ew radigihînin bi çend qatan zêdetir e.
Bi rêya pela xwe ya fermî, Xelîl di nivîseke xwe de bal kişand ser wê yekê ku ne tenê Erdogan di siyaseta hundirîn de têk çûye, lê belê di qada navdewletî de jî Tirkî tengav bûye.
Der bare êrîşên li ser Efrînê jî Xelîl tekez kir ku ew ê li ber xwe bidin û dê di Efrînê de siyaset û pîlanên Tirkiyê têk bibin.