Bûyerpress
Êrîşên dagîrkeriya Tirkiyê li gel komikên çekdar li ser Efrînê berdewam e û di çend demjimêrên bihurî de, firokeyên Tirkiyên çiyayê Xer ê navçeya Racoyê bi giranî topbaran kir.
Li gorî ku hat ragihandin, dagîrkeriya Tirkiyê êrîşên xwe li ser çiyayê Xer, gundê Hemamê û gundewarê navçeya Şerayê zêde kiriye, da ku hêzên wê karibin ji aliyê bejahî ve bi pêş ve biçin.
Ji destpêka êrîşên Tirkiyê ve û hetanî aniha bi dehan ji kesên sivîl şehîd bûne û her du cihên dîrokî “Eyn Darê” û “Nebî Hûrî” tevlî gelek avahiyên giştî û yên welatiyan, hatine wêrankirin.