Bûyerpress
Îro Sêşemê û bi amadebûna 1511 endaman, Kongreyê Sochi bi gotara Nûnerê Serokê Rûsî ji bo Sûryayê Elîksander Lavrîntêv, vedibe.
Li gorî ku Rûsyayê ragihandibû, diviyabû ku 1600 endam li Kongreyê Sochi amade bibin; lê piştî ku hin aliyên rikberiya Sûrî tevlî hêzên siyasî yên Kurdî biryara tevlînebûnê da, êdî hejmara endamên ku dê tevlî bibin 1511 endam e.
Berpirsên Rûsyayê dibêjin ku aramanca wan ji vê kongreyê ew e ku destûreke nû ji bo Sûryayê bidin dariştin.