Bûyerpress
Hêzên rêjîma ji bajarokê El-Îs ê Helebê, kerwanekî leşkerî yê artêşa Tirkiyê bi giranî topbaran kir û nehêla ku ew kerwan bi pêş ve biçe.
Artêşa Tirkiyê kerwanekî leşkerî derbasî Sûryayê kir û berê wî da bajarokê El-Îs da ku li wî bajarokî baregeheke leşkerî ava bike, lê dema ku ew kerwan gihîşt nêzîkî bajarokê Qenatir, ji hêla hêzên rêjîmê ve bi giranî hat topbarankirin.
Li gorî ku dezgehên ragihandinê da zanîn, kerwanê Tirkî bi 30 avêjtokan hat topbarankirin û Tirkiyê ji aliyê xwe ve du firokeyên F16 hinartin cihê topbaranê.