Bûyerpress
Êrîşên artêşa Tirkiyê ya dagîrker û komikên rikberiya Sûrî zêdetir ji 10 rojan e ku li ser Efrînê berdewam e, herî dawî jî çiyayê Gir û navçeya Bilbilê bi giranî hatine topbarankirin.
Li gorî ku hat ragihandin, balafirên Tirkiyê duh Duşemê navçeya Biblilê bi giranî topbaran kir, ji encamê kesekî sivîl birîndar bûn û malên welatiyan wêran bûn.
Êrîşên dagîrkeriya Tirkiyê û komikên çekdar bi topbarana balafiran, êrîşên bejahî û bikaranîna top, tank û çekên qedexekirî ne.