Bûyerpress
Encumena Rêveber a Herêma Cizîrê bang li hemî welatiyên Herêma Cizîrê kir ku îro Sêşemê li bajarê Qamişlo tevlî meşeke cemawerî bibin, da ku êrîşên dagîrkeriya Tirkiyê şermezar bikin.
Bi rêya daxuyaniyekê duh Duşemê, Serokatiya Encumena Rêveber a Herêma Cizîrê li bajarê Amûdê bang li welatiyên Herêma Cizîrê kir ku îro Sêşemê li bajarê Qamişlo tevlî xwepêşandaneke cemawerî bibin.
Dezgeha Bûyer a Ragihandinê, dê çalakiyên evê meşê bi awayekî rasterast û zindî romal bike û biweşîne.