Bûyerpress
Kongreyê Sochi ku biryar bû hemî alî û hêzên Sûrî lê beşdar bibin, Rêveberiya Xweseriya Demoqratîk û Encumena Niştimaniya Kurd li Sûryayê ragihand ku ew ê li vî kongreyê amade nebin.
Rayedarên Rêveberiya Xweser dibêjin ji ber ku Rûsya destek daye dagîrkeriya Tirkiyê, her wiha bi navê Rêveberiyê vexwendin nehinartiye, em ê lê beşdar nebin.
Serkirdeyên ENKSê jî dibêjin ku ew ê tenê li kongreyên ku li jêr sîwana Neteweyên Yekgirtî de li dar dikevin, beşdar bibin û ew ê tevlî Sochi nebin.