Bûyerpress
Berdevkê Hêzên Leşkerî yê Baregeha Himêmîm a Leşkerî Elîksander Îvanov ragihand ku hetanî aniha hêzên Tirkî li Efrînê nekariye rewşa şer kontrol bike û karûbarên leşkerî bi dilê xwe bike.
Bi rêya rûpela Kenala Navendî ya Baregeha Himêmîm a Leşkerî ya Rûsî, Îvanov got ku her çi qas hêzên Tirkî li çend cihan bi pêş ve çûne jî, lê hêzên Kurdî pîlana şerê nêzîk danîne û bi vê yekê keysa xwe ji şer tînin.
Îvanov her wiha bal kişand ser wê yekê ku di şerê vekirî de, hejmara hêzên Tirkî û rikberiya Sûrî ji ya Kurdan bêhtir û ancax bi vî şerê vekirî karibin tiştekî bi dest xwe ve bînin.