Bûyerpress
Fermandariya Hêzên Sûryaya Demoqratîk a li Efrînê duh Yekşemê ragihand ku nûçeya kontrolkirina Girê Qestel Cindo ji hêla hêzên Tirkî ve nûçeyeke ne rast û derew e.
Bi rêya daxuyaniyeke nivîskî, HSDê ragihand ku medyaya Tirkiyê gelek rastiyan vejî dike û der barê kontrolkirina girê Qestel Cindo de HSDê da zanîn ku artêşa Tirk a dagîrker û komikên rikberiyê bi rêya êrîşeke gelekî berfireh û bikaranîna çekên qedexekirî, tenê karîne beşekî biçûk ji gir kontrol bikin.