Bûyerpress
Sekreterê Partiya Yekîtiya Demoqrata Kurdistanî Kamîran Hac Ebdo li gel hejmarek ji serkirde û şaxên partiya xwe, vekêşana xwe ji Partiya Yekîtî û ENKSê ragihand.
Di daxuyaniyeke nivîskî de ku duh Şemiyê hat belavkirin, her yek ji Kamîran Hac Ebod, 3 Endamên Desteya Birêvebir, Rêxistina Efrînê, Rexistina Ewrupa û Rêxistina Tirkiyê ku tev de endam û şaxên Partiya Yekîtî ne, xwe ji partiyê vekêşa.
Di daxuyaniyê hatiye nivîsîn ku êdî ew hew dixwazin ku li jêr sîwana ENKSê û Itîlafa Sûrî xebata xwe bikin, ji ber ewan destek daye Tirkiyê ku êrîşî Efrînê bikin û bûne alavek di dest Tirkiyê de.