Bûyerpress
Topbarana balafir û topên Artêşa Tirkiyê li ser deverên Efrînê berdewam e û li navçeya Cendirêsê bi dehan ji mal û avahiyên welatiyan wêran bûn.
Di topbarana xwe de ya li ser navçeya Cendirêsê, balafirên Artêşa Tirkiyê binesazî û avahiyên giştî yên deverê armanc digire û hetanî aniha çend dibistan, mizgevt û malên sivîl rûxandine.
Hêjayî gotinê ye ku zêdetir ji hefteyekê ye ku êrîşa Artêşa Tikriyê li ser Efrînê dest pê bûye, lê ji ber hêzên bejahî nikarin bi pêş ve biçin, dewleta Tirkiyê giranî daye topbarana bi balafiran.