Bûyerpress
Navenda Ragihandina Hêzên Sûryaya Demoqratîk ragihand ku ji encamê şerê duh Şemiyê li Kantona Şehbayê, 11 çekdarên Tirkiyê û komikên rikberiya Sûrî hatine kuştin.
Di heman daxuyaniyê de hat ragihandin ku hêzên HSDê baregehên çekdarên Tirkiyê yên li Ezaz û Mari’ê bi giranî topbaran kirine, ji encamê 11 kes hatine kuştin û bi dehan birîndar bûne.
Ji dema ku artêşa Tirkiyê û komikên rikberiya Sûrî êrîşî kiriye ve, êdî operasyonên HSDê yên leşkerî li Kantona Şehbayê dest pê bûne.