Bûyerpress
Şervana Yekîneyên Parastina Jinê Avêsta Xabûr, li navçeya Cendirsêsê bi çalakiyeke canfîdayî rabû, tê de tankeke artêşa dagîrkeriya Tirkiyê peqand û şehîd bû.
Piştî ku artêşa Tirkiyê ya dagîrker êrîşeke tund ji her çar aliyên gundê Hemamê ve pêk anî, şervana YPJê Avêsta Xabûr bi bumbeyeke destan êrîşî tankên Tirkiyê kir û yek ji wan peqand, da ku paşê şehîd bibe.
Avêsta Xabûr navê wê yê rastîn Zelox Hemo ye, jidayîkbûya sala 1998’ê ye û navçeya Bilbilê ye.