Bûyerpress
70 nivîskar, rewşenbîr û siyasetmedarên Tirk, nameyeke hevbeş ku hemiyan li serê îmze kiriye, ji Hikûmeta Tirkiyê re hinart û tê de daxwaza vekêşana hêzên Tirkî ji Efrînê kir.
Her 170 kesayetên ku name îmze kirine, ji navdartirîn kesayetên Tirkiyê ne û di nameya xwe de gontine ku tu gefa Efrînê li ser Tirkiyê nîne û dê bi vê operasyonê, pirsgirêkên gelekî mezin û êşên dijawr li Tirkiyê derkevin.
Di nameyê de hatiye ku bi êrîşa Tirkiyê ya li ser Efrînê, dê “Kurdên Tirkiyê” bi xwe jî birîndar bibin û dê hikûmeta Tirkiyê ji encama têkçûna di warên aborî, siyasî û civakî de poşman bibe.