Bûyerpress
Koçka Sipî ragihand ku Serokê Amerîkayê Donald Trump ji Serokomarê Tirkiyê Receb Teyip Erdogan xwestiye ku sînorekî ji êrîşên Efrînê re deyne, da ku hêzên Tirkî û yên Amerîkî rûbirûyî hev nebin û li hember hev şer nekin.
Di heman demê de Hikûmeta Elmanî got ku her çi qas em berjewendiyên Tirkiyê yên rewa li ber çavan digirin jî, lê divê ku Tirkî hêzên xwe ji Efrînê vekişîne.
Artêşa dagîrkeriya Tirkiyê di êrîşên xwe de tankên Elmanî bi kar tîne, ji vê yekê rikberî û Hikûmeta Elmanî bang li Tirkiyê kir ku hêzên xwe ji Efrînê vekişîne.