Bûyerpress
Êrîşên dagîrkeriya Tirkiyê û komikên rikberiya Sûrî di roja xwe ya 6’ê de dom dikin û herî dawî jî balafirên Tirkiyê gundên Dîwa û Hemamê yên devera Cendirêsê bi giranî topbaran kirin.
Li gorî ku hat ragihandin, balafirên Tirkiyê her yek ji gundên Dîwa û Hemamê, her wiha navenda bajarokê Cendirêsê bi xwe jî topbaran dikin û ji encamê bi dehan kesên sivîl birîndar bûne.
Di heman demê de Navenda Ragihandina Meclisa Leşkerî ya Minbicê da zanîn ku şeva çûyî ku balafirên Tirkiyê gundê Dendeniyê yê rojavayê Minbicê topbaran kiriye.