Bûyerpress
Emîndariya Giştî ya Encumena Niştimaniya Kurd li Sûryayê, operasyonên artêşa Tirkiyê û komikên çekdar bi “Çiqilê Xwînê” bi nav kir û got ku armanca wan ji vê operasyonê ew e ku deverên Kurdî ji hev veqetînin.
Bi rêya daxuyaniyekê, Emîndariya ENKSê şeva duh Çarşemê bang li Itîlafa Sûrî kir ku helwesta xwe biguhere û got ku divê hemî hêzên êrîşî Efrînê dikin vegerin baregehên xwe.
Di heman daxuyaniyê de ENKSê bang li PYDê kir ku danûstandin di navbera wan de çêbibin û got ku ya herî guncaw û munasib ew e ku Peymana Duhokê bibe bingeha danûstandinên me.