Bûyerpress
Şandiyê Serokê Rûsyayê ji bo Sûrî Aliksender Lavrîntêv ragihand ku ji bo beşdarbûna li Kongreyê Sochi, her yek ji Udrin, Misir, Erebestana Si’ûdî, Iraq, Libnan û Kazaxistanê hatine vexwendin.
Şandiyê Serokê Rûsî her wiha da zanîn ku ev vexwendinên ku ji welatên Ereb re çûne, bi navê Rûsya, Îran û Tirkiyê hatine hinartin.
Her wiha hat ragihandin ku vexwendin ji Nûnerên Neteweyên Yekbûyî û çavdêrên Amerîka, Sîn, Birîtanya û Fransayê re jî hatin şandin.