Bûyerpress
Piştî ku artêşa Tirkiyê ya dagîrker di êrîşên Efrînê de tankên Elmanî bi kar anîn, rikberiya Elmanyayê daxwaz ji Hikûmeta Elmanî kir ku bi dest xwe re têkiliyên leşkerî li gel Tirkiyê qut bike û êdî tiştekî ji Tirkiyê re neşîne.
Partiya Kesk û Partiya Çep ku rikberiya Elmanyayê ne, duh Sêşemê ragihand ku Artêşa Tirkî di şerê Efrînê de tankên Lyopard bi kar anîne û her du partiyan daxwaz ji Berîlnê kir ku têkiliyên leşkerî li gel Tirkiyê bibirre.
Ji aliyê xwe ve Serokatiya Partiya Çep a Elmanî daxwaza xwepêşandanên şermezarkirinê li dij êrîşên Tirkiyê kir û got ku şerê Erdoxan li dij jinên Kurd û Kurdan, tawaneke mezin e.