Bûyerpress
Êrîşên artêşa Tirkiyê ya dagîrker li gel komikên rikberiya Sûrî li ser deverên Efrînê didome û ji encama bersivdayîna Hêzên Sûryaya Demoqratîk, li gundê Bazêrê 8 leşker û çekdar hatin kuştin.
Hêzên Sûryaya Demoqratîk ragihand ku li gundê Bazêrê wan 8 leşker û çekdar kuştine, li gundê Umera yê devera Racoyê tangeke artêşa Tirkiyê rûxandiye û li gundê Qude jî panzêreke Tirkiyê têk biriye.
Êrîşên Artêşa Tirkiyê ji her çar aliyên Efrînê ve berdewam in û topbarana balafirên Tirkiyê jî her berdewam e, lê belê hêzên wan nekarîne bi pêş ve biçin.