Bûyerpress
Navenda Ragihandina Hêzên Sûryaya Demoqratîk, encamên topbarana balafirên dagîrkeriya Tirkiyê li ser bajarokê Cendrêsê eşkere kirin û hat zanîn ku li wî bajarokî 4 kesên sivîl şehîd bûne.
Bi rêya daxuyaniyekê, ragihandina HSDê da zanîn ku ji encama toparana balafirên Tirkiyê li ser bajarokê Cendrêsê, du jin û du zarok şehîd bûne û 14 kesên din jî bi giranî birîndar bûn.
Artêşa Tirkiyê ya dagîrker û bi hevkariya komikên rikberiya Sûrî, ev 5 roj in ku ji hawîrdor ve êrîşî Efrînê dikin û sivîlan bi xwe jî armanc digirin.