Bûyerpress
Fermandariya Hêzên Sûryaya Demoqratîk ragihand ku leşkerên Tirkiyê hewl dida ku çend deverên gundewarê Efrînê dagîr bikin, lê hêzên HSDê li ber xwe da û pîlanên wan têk birin.
Bi rêya daxuyaniyeke nivîskî duh Yekşemê, HSDê ragihand ku hêzên dagîrkeriya Tirkiyê hewl dida ku gundên Idama, Şadiya, Sokî û Şengêlê bi dest xwe ve bînin, lê hêzên HSDê êrîşeke giran li ser wan pêk anî û ew bi paş de vegerandin.
Di heman daxuyaniyê de HSDê ragihand ku gelek leşkerên Tirkiyê û çekdarên rikberiyê hatine kuştin û got ku ew ê paşê hûrgiliyên zêdetir der barê hejmara kuştiyan de bidin.