Bûyerpress
Hêzên Sûryaya Demoqratîk sibeha îro Duşemê li devera Izazê du êrîşên giran birin ser baregehên dagîrkeriya Artêşa Tirkiyê, ji encamê bi dehan çekdar hatin kuştin û birîndar bûn.
Li gorî ku hat ragihandin, ji encama êrîşên HSDê yên li ser Izazê, 6 çekdarên Tirkiyê hatine kuştin û bi dehan birîndar bûn.
Di heman demê de hêzên HSDê li gundê Idama yê navçeya Racoyê êrîşeke dijwar li ser çekdarên rikberiya Sûrî û leşkerên Tirkiyê pêk anî, ji encamê bi dehan ji çekdarên rikberiyê û leşkerên Tirkiyê hatin kuştin.