Bûyerpress
Serokê Şepêla Pêşeroja Kurd li Sûryayê Narîn Metînî vekêşana xwe ji Şepêla Pêşeroj û ji ENKSê ragihand û got ku ENKSê hêj jî behane û hêncetan ji dagîrkeriya Tirkiyê li ser Efrînê re derdixe û dagîrkeriya wan rewa dike.
Bi rêya daxuyaniyeke nivîskî duh Yekşemê, Metînî got ku helwestên ENKSê ne li gor bîr û baweriyên min in û wekî berpirsyariyeke dîrokî ez xwe ji Şepêla Pêşeroj vedikişînim û li gel nifşên nû xebata xwe ya siyasî didomînim.
Metînî ku hem Seroka Şepêlê bû, hem jî serkirdeyeke ENKSê bû, di dawiya daxuyaniya xwe de bang li serkirdayetiya ENKSê kir ku rêz û hurmetekê bidin dîroka xwe û li hember gef û êrîşên herêmî, yekrêziya Kurdan bi cih bikin.