Bûyerpress
Der heqê êrîşên dagîrkeriya Tirkiyê li ser Efrînê de, birrek ji hêz û kombûnên Kurdistanî daxuyanî dan, tê de êrîşa Tirkiyê û komikên rikberiya Sûrî li ser Efrînê bi tundî şermezar kirin.
Konseya Rêveber a KNK’ê ragihand ku Efrîn Kurdistan e û êrîşa li ser Efrînê li ser tevahiya Kurdistanê ye û “divê ciwanên Kurdistanê cihê xwe di vê berxwedanê de bigirin”.
Ji aliyê xwe ve Tevgera Civaka Demoqratîk bang li hemî hêzên navdewletî kir ku li hember êrîşên Tirkiyê helwestekê destnîşan bikin, TEV-DEMê her wiha soza biserkeftinê da.