Bûyerpress
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel YPGê got ku eger Rûsyayê li ser êrîşên Efrînê erê nekira, Tirk nediwêriya ku êrîş bike.
Di heman daxuyaniyê de, YPG tekez kir ku bi qasî ku Tirkî berpirsyarê van êrîşan e, Rûsya jî di heman asta berpirsyariyê de ye û her komkujiyeke ku çêbibe, dê gunehê Rûsyayê be.
Ji aliyê xwe ve Hevserokatiya KCKê daxuyaniyek da, tê de her yek ji Rûsya, rêjîma Sûrî û Yekîtiya Ewrupa bi êrîşên Efrînê tawanbar kir.