Bûyerpress
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel bi rêya daxuyaniyekê ragihand ku ji encama topbarana dagîrkeriya Tirkiyê, 9 kes şehîd bûne û 13 kesên din jî birîndar bûne.
Di daxuyaniya xwe de ya ku duh Şemiyê hat belavkirin, YPGê da zanîn ku 6 sivîl û 3 şervanên YPG û YPJê şehîd bûne û 13 welatî birîndar bûne.
Ji aliyê xwe ve artêşa Tirkiyê ragihand ku di vê operasyonê de 72 firokeyên cengî beşdar bûne û 108 YPGê armanc girtine.