Bûyerpress
Firokeyên dagîrkeriya Tirkiyê deverên Raco, gundê Qera Baba, Pira Heşarkê, Tepê Sor, Kevrê Ker û Hecîka yên Efrînê bi giranî topbaran dikin.
Di heman demê de bajarokê Til Rif’et û gundê Şêx Îsa yên Kantona Şehbayê, bûne armancên topbarana artêşa Tirkiyê û hetanî aniha topbaran berdewam e.
Artêşa Tirkiyê ya dagîrker li gel komikên rikberiya Sûrî, ji êvara duh Şemiyê ve bi tundî êrîşî Efrînê dikin, lê belê şervanên YPGê bersiva wan didin û hêj nikarîne bi pêş ve biçin.