Bûyerpress
Li bajarokên Giranêc û Hecînê û gundê Behrê ku li rojhilata Çemê Feratê ne, di navbera Hêzên Sûryaya Demoqratîk û çekdarên rêxistina DAIŞê de şer didome.
Li gorî ku hatiye ragihandin, ji sibeha duh înê ve û hetanî niha li dorhêla bajarokê Giranîcê şerekî giran li dar e, ji encamê 29 çekdarên DAIŞê hatine kuştin.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku di şerê bajarokê Giranîcê de, fermandarekî DAIŞê yê Elmanî ku bi navê Ebû Telha tê naskirin, hatiye kuştin.