Bûyerpress
Emîndarê Giştî yê Netewên Yekbûyî Antonio Guterres der barê êrîş û gefên Tirkiyê li ser Efrînê got : “Em ji vê êrîşê dilgiran û bi fikar in.”
Ji aliyekî din ve Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov nûçeya vekêşana leşkerên Rûsî ji Efrînê red kir û got ku hêj leşkerên Rûsî li wir in.
Her wiha berpirsekî Wezareta Derve ya Amerîkî êrîşa Tirkiyê red kir û got ku bi van çalakiyên leşkerî, Tirî hêminî û aramiya deverê têk dide.