Taybet Qamişlo
(Bûyerpress)
Bi despêka hilbijartinên seorokomariyê û belavkirina sebetên dengdanê li çargoşeya ewlekariyê ya ku di bin destê hêzên rêjîmê de ye, li Qamişlo bi tenê ji hêla alîgirên rêjîmê û hinek karmendên dewletê dengdan bû bi hejmareke gelekî kêm.
Li herêmên ku derveyî desthilata rêjîmê ne, wek (Amûdê – Dêrik – Serê Kaniyê – Dirbêsiyê) tu sebet li wan nehatin danîn.
Hêjayî gotinê ye ku kolanên Qamişlo meşeke alîgirên Beşar Elesed hebû, di dema ku xwepêşandan li piraniya bajaran hebûn li dijî rîjîmê û hilbijartinên ku nav li wan bû (Hilbijartinên Xwînê, sûlava xwînê rawestînin).