Bûyerpress
Endamê Komîteya Rêveber ê Partiya Karkerên Kurdistanê Murad Keraylan der barê Efrînê de banga serferberiyê li gelê Kurd kir û got ku dê PKKê li hember êrîşên Tirkiyê bêdeng nemîne.
Di axaftineke televizyonî de duh Înê, Keraylan got ku çawa PKKê li Kobanê bêdeng nema, dê li Efrînê jî bêdeng nemîne û mil bi milê YPGê û YPJê şerê Tirkiyê bike.
Keraylan her wiha got ku divê gelê Efrînê bizane ku hêza Tirkiyê tune ku têkeve Efrînê, ji ber ku bi qasî 9 mehan hewl da ku têkeve Nisêbînê û nikarîbû.