Bûyerpress
Çekdarên Artêşa Tirkiyê û komikên Mertala Feratê navçeyên Şêrawa, Şera, Raco û Bilbilê bi giranî topbaran dikin û li devera Balye ya navçeya Bilbilê di navbera artêşa Tirkiyê û Yekîneyên Parastina Gel de şer berdewam e.
Li gorî dezgehên ragihandina xwecihî, balafirên Artêşa Tirkiyê li asîmanê Efrîn û Helebê difirin, û li dorhêla Efrînê di navbera YPGê û çekdarên Mertala Feratê de şer li dar e, ji encamê du çekdarên Mertala Feratê hatine kuştin.