Bûyerpress
Şandiyê Navdewletî ji bo Sûryayê Staffan De Mistura ragihand ku wî daxwaz ji rêjîma Sûrî û rikberiyê kiriye, ku civîneke hevbeş li Paytexta Nemsa Vienna li dar bixînin, da ku babetên destûrî bêne gengeşekirin.
Bi rêya daxuyaniyekê Nivîsgeha De Mistura ragihand ku dê civîna Viyêna di 25 – 26ê vê mehê de, di navbera rêjîma Sûrî û rikberiyê de bê lidarxistin.
Civîna Vienna ku De Mistûra biryara lidarxsitina wê daye, dê ji beriya Kongreyê Sochi tenê bi sê rojan li dar bikeve.