Bûyerpress
Wezîrê Derve yê Amerîkî Rex Tillerson ragihand ku dê Artêşa Amerîkî ne tenê ji bo têkbirina DAIŞê li Sûrî bimîne, lê ji bo ku bipêşveçûna hêzên Îranî rawestîne û Beşar El-Esed jî ji ser desthilatê rake.
Di gotareke xwe de ku siyaseta Amerîka li hember Sûryayê şîrove dikir, Tillerson tekez kir ku ji berjewendiya Amerîka ye ku hebûna xwe ya leşkerî û diplomasî li Sûrî xurt bike.
Rex Tillerson zêdetir ji carekê bal kişand ser tunekirina DAIŞê û her wiha got ku divê di çareserkirina pirsgirêka Sûrî de, em nehêlin ku Îran bigihe armancên xwe û tevahiya heremê desteser bike.