Bûyerpress
Sekreterê Partiya Demoqrata Pêverûya Kurd li Sûryayê Hemîdê Hecî Derwêş bang li gelê Efrînê û endamên partiya Pêşverû yên li Efrînê kir ku rahêjin çekan û li gel Yekîneyên Parastina Gel YPG, şerê Tirkiyê bikin.
Di axaftineke televizyonî de, Derwêş got ku piştgîriya Artêşa Tirikiyê ji hêla gelê Sûrî ve şermeke pir mezin e û dûr ji welatperweriyê ye.
Sekreterê Pêşverû Hemîdê Hecî Derwêş zêdetir ji carekê bang li aliyên Sûrî kir ku êdî ji bin sîwana Istenbolê derkevin û got ku divê em yekîtiya xwe bi cih bînin.