Bûyerpress
Li bakurê rojavayê bajarê Minbicê, di navbera şervanên Meclisa Minbicê ya Leşkerî û çekdarên Helmeta Mertala Feratê de, şerekî giran rûda.
Li gorî ku hat ragihandin, li gundê Mehsenlî yê li gundewarê bajarê Minbicê, çekdarên Mertala Feratê duh Çarşemê êrîşî baregehên Meclisa Minbicê ya Leşkerî kir, ji encamê şer rûda.
Hetanî aniha encamên ewî şerî nehatiye zanîn û komikên Mertala Feratê hêza xwe li derdora Minbicê zêde dike.