Bûyerpress
Topbarana Artêşa Tirkiyê li ser deverên Efrînê berdewam e, herî dawî jî çekdarên Tirkiyê ji qerqola Sîcê ya li ser sînorê Efrînê her du gundên Merwaniyê û Girzîle bi giranî topbaran kirin.
Di heman demê de çekdarên Tirkiyê û komikên girêdayî wê, ji Kelha Sem’anê her yek ji gundên Şadîra, Îska û Celemê bi berdewamî topbaran dikin.
Li aliyekî din Artêşa Tirkiyê ji devera Ezazê her yek ji gundên Beyloniya, Malikî û Eyn Deqnê kirine armanca topên xwe û bi giranî topbaran kirin.