Bûyerpress
Fermandarê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Sîpan Hemo ragihand ku kî êrîş bike û bi çi rengî be, dê hêzên YPGê parastina tevahiya Rojavayê Kurdistanê û bi taybetî Efrînê, bikin.
Wekî bersivdayînekê ji êrîşên çekdarên Tirkiyê û daxuyaniyên Erdoxan re, Hemo got: “Çawa me ji beriya aniha dever ji terora DAIŞê paqij kir, em ê devera xwe ji kerasetên Erdoxan jî paqij bikin”.
Bi rêya axaftinekê ji dezgeheke ragihandinê re, Hemo zêdetir ji carekê tekezî li ser pûçkirina pîlanên Tirkiyê kir û got: “Em ê wan pîlanan bikin destkeftine gelekî mezin ji gelên herêmê re”.