Bûyerpress
Piştî civîneke berfireh ku bi domana du rojan dewam kir, Yekgirtûya Islamî ya Kurdistanî vekêşana xwe ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand.
Emîndarê Giştî yê Yekgirtûya Islamî Selahedîn Beha El-Dîn, bi rêya kongreyekî rojnamevanî ragihand ku wan ji beriya aniha çend daxwazên xwe pêşkêşî Hikûmeta Herêmê kiribû, lê ji ber ku daxwaz cî bi cî nebûn, ew xwe ji Hikûmetê vedikişînin.
Hêja ye mirov bi bîr bixe ku Yekgirtûya Islamî çend daxwaz ji Hikûmetê kiribû ku yek ji wan avakirina komîteyeke lêpirsînê bû, û hetanî 15’ê vê mehê wekî moleta cîbicîkirina dabû Hikûmetê.