Bûyerpress
Topbarana artêşa Tirkiyê û komikên rikberiya Sûrî ku girêdayî Tirkiyê ne li ser pirî navçeyên Efrînê berdewam e, ji encama evê topbaranê, tenê ziyanên maddî gihane deverê.
Li gorî ku hatiye ragihandin, artêşa Tirkiyê û komikên girêdayî wê ku Kelha Sem’anê bi cih in, her du gundên Îsa û Şadirî yên navçeya Şêrawa topbaran kir.
Di heman demê de, çekdarên Tirkiyê ji bajarê Ezazê deverên Vêlat Qadî, Merenaz û Qatmayê yên navçeya Şera bi giranî topbaran kir.