Bûyerpress
Li seranserî welatên cîhanê, her neteweyek bi rengekî taybet dawet û şahiyên xwe dikin. Lê li Ustralyayê, du destgirtiyên hev du bi qasî 9 rojan bi çiyayê Everestê ve hilkişiyan hetanî ku gihan jora çiyê, li lutkeya çiyê û bi tena xwe, daweta xwe çêkirin.
Li gorî rojnameya Dêlî Mêl, du kesên ji Wîlayeta Gwînz Landa Ustralî, bi qasî 9 rojan bi çiyayê Everest ve hilkişiyan, û li jora çiyê, girêka zewacê girêda.
Everest, bilindtirîn lutke di cîhanê de ye û dema ku her du kes gihan jora Everest çend wêneyên dîrokî ji şahiya zewaca xwe re girtin.