Bûyerpress
Piştî 4 rojan ji topbarankirina navçe û gundewarê Efrînê, êvara duh Sêşemê komikên girêdayî Artêşa Tirkiyê navenda Efrînê bi hawinan topbaran kir.
Li gorî ragihandina devera Efrînê, komikên girêdayî Tirkiyê ji Çiyayê Şêx Berkat ê rojavayê Helebê, du topên hawinan avêtine navenda Efrînê, lê tu belê çu zerer negiha tu kesî.
Hevdemî topbarana li ser Efrîn û gundewarê wê, êdî 4 balafirên keşfê yên Tirkiyê, li sernaserî deverên Efrînê difirin.