Bûyerpress
Zeynulabidîn Zinar
Ji xwe di beşa Gotinên Pêşiyan de, dewlemendiyeke pir mezin heye, wek dersê rênasiyeke mezin heye, nîşandana xilasiya ji riyên şaş û xelet heye.
Îcar çi kesê ku wateya van Gotinên Pêşiyan bi awayekî kûr têbigihîje, dikare wan bike wek dîwarekî ji polayê û xwe li pêşberê asîmîlasyon û hemû êrîşên dirinde jî biparêze.
Berhemên Folklorî bi rewşa naveroka xwe, kurt û dirêj hene. Hin ji wan pir dirêj in û hinên wisa pir kurt hene. Di wan de hin xeyal û fentezîyên derdemî hene ku aqilê mirov wan tiştan napejirîne û ne jî mimkun e ku mirov karibin wan tiştan bi hêz û biriya xwe bikin. Ji ber ku ew serbest in û çawa ji wan re xweş hatiye, her wisa ji xwe re berfireh kirine.
Çendî ku nayên pejirandin jî, lê helbet ev hawe, di warê vêjeyî de, xweşiyeke pir zêde jî derdixînin holê û gava mirov wan Çîrvanokandixwîne, pirî ku xwendina wan li mirov xweş tê, mirov naxwaze dev ji wan berde.
Çawa ku em dibînin, ev e bi sedê salan e ku Neteweyê Kurd bindest e û gelek cewr û zordestî li ziman û toreya wî jî hatine kirin. Xasma jî di vê sedsala bihurî de, gelek rûdan lê hatine kirin, siqûmat û karesat û hovîtiyên pir mezin bi ser ve hatine û ew taromar kirine, lê belê wek netewe dîsa jî hebûna xwe ya nijadî heta îro jî parastiye. Ev parastin jî, bi du tiştan çêbûye:
a) Ji ber ku Neteweyê Kurd, dev ji zimanê xwe bernedaye.
b) Ji ber ku Neteweyê Kurd, dest ji Toreya xwe bernedaye.
Sedemê ku ez jî zêdetir li ser Folklora Kurdî radiwestim û dilqê wê yê erênî derdixînim pêş, ev e ku tê de girêdaneke pir xurt bi hemû pîroziyên neteweyî ve heye.
Niha mirov çi bixwaze, dikare wan daxwazên xwe di nava çîrok û meselok û gotinokên folklorî de bibîne.
Toreya Kurdî jî, beşek ji Folklora kurdî ye. Di Toreya Kurdî de demokratî, mirovatî, rêzgirtina li pêşberê hevdu û biratîya kesan, bi awayekî vekirî û pir eşkere jî hatine pêşkêşkirin.
Wek mînak:
– Kurd navê kesê jixwemezintir hilnadin, ji bo rêzgirtina zilaman dibêjin: Mamo/apo, keko, xalo, pismam, heval, bira û hwd…
Ji bo kesên ji xwe piçûktir jî dibêjin: Birazî, xwarzê.
Ji bo jinên jixwemezintir jî dibêjin: Metê, xatî/xaltî, heko.
Ji boyên jixwepiçûktir jî dibêjin: Xwarza, biraza.
Kesên hevjiyên hev jî, ji hev re dibêjin: Heval, bira…
Berdewamî di hejmara bê de ye…
Ev nivîs di rojnameya Bûyerpress, hejmara 72′yê de hatiye weşandin. 2018.1.15