Bûyerpress
Sitêrname
Narîn Omer
Hunermenda me, di dema sitranbêjiya zêrîn de jiyaye.
Gulbihar, hevdema gelek hunermendên navdar e, yên wekî: Mihemed Arif, Îsayê Berwarî, Nisrîna Şêrwan, Hesenê Zîrek, Eyşeşan,Tehsîn Taha, Mihemed Şêxo û gelekên din…Ewê bi hesanî karîbû cihê xwe di nava wan de bigire.
Jiyana Wê:
Hetanî niha jî qonaxên jiyana wê yên pêşîn ne diyar in. Dibêjin ku ew di 1932’yê de li Amêdiyê ji dayîk bûye. Ji ber sedemên zor, malbata wê koçî gundê “Kocanzê” yê Bakurê Kurdistanê kiriye, û di sala 1949’ê de dîsa li warê xwe vegeriyaye.
Navê wê yê rastîn Fatima Mehmed e, paşê di jiyana xwe ya hunerî de navê “Gulbihar” ji xwe re hilbijartiye.
Dema ku malbata wê vedigere Başûrê Kurdistanê, temenê wê 17 sal bû. Wê demê Gulbihar yekser berê xwe dide Bexdê û li wir tevlî koma radyoya Iraqê dibe.
Her wiha di koma Yehyayê Fayiq de jî dibe weku dengbêj, lîstikvan û Şanoger. Ev destpêk, dergehên navdariyê jê re vedikin…
Paşê koma Çardehê Temûzê wê wekî endam qebûl dike, û televizyona Bexdê jî wê wekî lîstikvan ji bo çend fîlman de hildibijêre; ji wan filman: Gula Sor û Bûka Feratê.
Ew bi zimanê Erebî bi van karan rabûye, ji ber ku hetanî dawiya salên 50’iyan jî ew wekî hunermend, di nava Ereban de navdar bû.
Ji destpêka salên 60’an û bi şûn de, êdî qonaxeke nû di jiyana Gulbiharê ya hunerî de dest pê dibe û ji civata hunermendên Kurd ên navdar hêj nêzîktir dibe.
Di sala 1963’yê de xewna wê pêk tê, ew jî dema ku sitrana xwe ya yekemîn bi zimanê xwe tomar dike…Êdî dikeve rêza hunermendên Kurd ên navdar û cihê xwe bi xurtî li nêva wan digire.
Doktor Ferîdon Hirmizî dibêje:
“Gulbihar yekemîn hunermenda jin a Kurd bû ku di wê demê de li derveyî welêt sitraye û ahengên hunerî li dar xistine. Her wiha çand û hunera gelê xwe bi gelên din dane nasandin. Yekemîn car li welatê Libnanê bi hevaltiya hunermendên kurd Îsayê Berwarî û Mihemedê Arif aheng çêkirine. Di sala 1977-1978 de berê xwe dide welatên Ewrupayê û li gelek deverên wekî: Brîtanya, Nêmsa û Fransayê aheng û şahî li dar xistine.”
Sitranên Gulbiharê:
Hunermenda me, Xatûna Sitrana Kurdî ya Nûjen e; ji ber ku wê sitranên xortaniyê hem bi ritma sivik û lez û hem bi montaja nûjen digotin.
Ji ber vê yekê sitranên wê cih di giyan û dilê Kurdan de girt, nemaze di dilê keç û kurên law û ciwan de; bi saya wan cih û navê xwe heta roja îroyîn girt.
Mijarên sitranên wê cûrbicûr in. Ji siruşta Kurdistanê, jin, xort, bêrîvan û gundiyan dest pê kiriye û heta bi dayîk û evîndaran.
Tişta ku hunermenda me cuda dike, ew diwîto ne yên ku bi çend hunermendên Kurd re gotine, mîna:
Zembîlfiroş bi Îsayê Berwarî re, Ez Keç im Keça Gundan im bi Semîrê Zaxoyî re û Xalxalokê bi Tehsînê Taha re… Hetanî niha jî hunermendên xort van sitranan dibêjin.
Li Ser Ezmûna Xwe di warê Hunerê de Dibêje:
“Bi rastî me gelek astengî dadiqurtandin heta ku me sitran û kasêtên xwe tomar dikirin. Mixabin, nifşên nû sitranên me dibêjin û nizanin ku ew sitran ên me ne; belê dibêjin ew ji folklor in”.
Û dîsa dibêje:
“Divê ku hunermendên nû gotinên sitranên me neguhorin, weko me gotî bila ew bibêjin. Nimûne: Sitrana ‘Ez Keç im Keça Gundan im’, dikin ‘Ez Keç im Keça Kurdan im’. Em dizanin me çi gotiye”.
Hêjayî gotinê ye ku hunermenda Kurd “Fewziya Mihemed” xuşka wê ye.
Di sala 1985’ê de hunermenda dengzelal sitrana “Dilo Dilo Te Ez Hêlam” dibêje û êdîji cîhana huner êbi dûr dikeve.
Hejmara sitranên wê zêdetir ji 270 sitranî ye û ew sitran, ji gotin û awazên helbestvan û hunermendên Kurd in.
Tevlî vî karê pîroz, Gulbiharê berxwedaneke civakî û ramyarî li hember rewiştên çewt ên civakê dikir.
Mixabin tevlî vê qas xebatê, ragihandin û dezgehên Kurdî tu guhdan pê nekir. Ji vê yekê min çend salan lêkolînên berfireh kirin heta ku min karîbû van agahiyan li serê bidim hev.
Pêwîst e dezgehên ragihandinê û nemaze kenalên peykî mafên wê lê vegerînin, baştir li ser wê û qonaxên jiyana wê ya hunerî biaxivin. Her wiha divê sitranên wê bi piranî biweşînin, da ku sitranên wê neyên jibîrkirin û ji nû ve zindî bibin.
Hunermenda hestnazik, di sala 2010’ê de bi ahîn û keserên xwe ve koça dawî dike û dengê wê, di dil û rewanê me de dimîne.
Ev nivîs di rojnameya Bûyerpress, hejmara 72′yê de hatiye weşandin. 2018.1.15